DAWÎ/ MIHRÎCANA FILÎMAN YA MEZOPOTAMYAYÊ


Wekî tê zanîn gellek çand, gel û nasname li Stembolê distrên. Lê îro li vê bajarî yekdengî sînorê li dora vê pirdengiyê dipêçe. Qenc e ku rastî yek e, nabe dido! Çawa avahî, kûçe, kolan û mirov paçeyekî bajaran bin; huner jî yek ji parçeyekî qewîn a vî bajarî û tevî bajaran e.

Li hemberî helwesta yekdengiyê çend mihrîcanên dijpergal têne li dar xistin. Armanca Mihrîcana Filîman Ya Stembolê ew e ku bide pişta van mîhrîcanên dijpergal û di qada sînemayê de bibe hêz û hilmeke nû. Daxwaz ew e ku di serî de filîmên Kurdî pê re pê re fîlimên ji netewên cûr bi cûr bide pêşendan.


Helbet sînema hilberîna dilên geş, ûjdanên qewî û nêrînên azad e. Sînema dibe deng û dîmen ji bo her tiştên “hatine veşartin û nixûmandin”. Çi ma be di bin pûşan û li pişt dîwaran derdixe ser perda spî û ev yek dibin dimênên livdêr. Sînema guh nade sînorên serdestan û ji her derê dinê hest û hêzeke hevpar ava dike.


Helwesta me ew e em berovajî hilberîn, belavkirin û pêşendana filîmên pergalê; ji gellek çand û nasnameyan filîman bidine pêşendan. Girîngî û divêtiya Mîhrîcana Filîman yê Mezopotamyayê li holê ye.
Werin bibin şirîkên coşa dilên me.