*Wekî tê zanîn di navbera 6 û 10ê Adar a 2019an de Yekemîn Mîhrîcana Fîlimên Kurdî hatibû li dar xistin. Li gor nirxandin û pêşniyazan ji bo em xwe bigihînin zêdetir kes û temaşevanan bi awayekî nûjen û bi naverokekî berfirehtir em cardin bi navê Mîhrîcana Filîman Ya Mezopotamyayê li pêşberî we ne.


1.Dîrok


Duyemîn Mîhrîcana Fîliman Ya Mezopotamyayê, wê bi hevkariya Koma Sînemayê Ya Mezopotamyayê û Komelaya Akademiya Sînemayê Ya Rojhilata Navîn di navbera 1 û 5ê Avrêla 2020an bê li dar xistin.

2.Armanç


Armanca Mîhrîcana Fîliman Ya Mezopotamyayê mirov dikare wiha rêz bike;
Pêşketina sînemayê,
Piştgiriya pêşketina sînemaya Kurdî,
Pêşendana filîmên li Tirkiyê nagihên temaşevanan,
Di navbera bajêr û sînemayê de têkilî danîn,
Pêşendana filîmên ji çand û nasnameyên cûrbecûr ...


3.Serîlêdan

Roja ewil ya serîlêdanê: 15ê Çilehê ya 2020an Roja dawî ya serîlêdanê: 15ê Sibatê ya 2020an, heta saet 5ê êvarê. Beşdarvan dikarin bi filîmên dirêj, kurtefîlim, kartonfîlim û bi belgefîliman serî li mîhrîcanê bidin. Tenê derhêner û produktorê filîman dikarin serî li mîhrîcanê bidin. Çi ku ev maf bi awayekî fermî tenê mafê wan e. Li gorî fermiyetê mafê filîmê di destê çend kesan de be divê agahiya vê yekê jî bê dayîn. Mirovekî dikare herî zêde ji bo du filîman serî li mihrîcanê bide. Tenê filîmên ji 2018an û vir ve ji bo mihrîcanê wê bêne hilbijartin. Beşdarvan divê daxwazên li jêr rêzkirî bişînin navnîşana vê maîlê:
mezopotamyasinema@gmail.com A)Ji bo pêşendana online (vîmeo,youtube û hwd.) lînk û şîfre
B)Nasnava Filîmê, filîm di berê de di kîjan mîhrîcanan de hatiye pêşendan û heke hebe kîjan xelatan stendiye.
C) Sînopsîsa Kurdî û Tirkî
D) Afîşa Filîmê
E) Wêne û kurtejiyana derhêner ya bi zimanê kurdî û tirkî
F) Wêneyên ji Filîmê
H) Quicktime, mp4 an jî di dirûva movê de, 16:9 û herî kêm 1920x1080p fragmana bêjêrnivîs û ji bo di sîteya înternetê ya mihrîcanê de bê nîşandan lînka online ya fragmanê.
G) Jêrnivîsên filîman divê tirkî yan jî kurdî bin. Filîmên tirkî divê bi jêrnivîsên kurdî bin, filîmên kurdî jî divê bi jêrnivîsên tirkî bin. Filîmên ji bilî kurdî û tirkiyê divê bi jêrnivîsên Ingilîzî bêne şandin.

4.Rayedarî


Piştî hilbijartinekî filîmên wê di mîhrîcanê bêne pêşendan diyar bibin. Filîmên nejatperestî dihebînin,çandekî, baweriyekî yan jî olekî biçûkdixînin, ji şibakeya baviksalarî li meseleyê dimeyzênin û dijî çandên hevpar yên mirovahiyê wê li derê mihrîcanê bimînin û newine pêşendan. Heke serîlêdan zêde çêbin wê filîmên ji hêla sînema û estetîzmê ve qenç û filîmên ji bo mîhrîcanê pêwist bêne bijartin.
Mafê komîteya amadekariyê heye filîmên ji hêla teknîkê ve qels bin nede pêşendan.
Produktor, derhêner û xwediyên filîman yên serî li 2. Mîhrîcana Filîman Ya Mezopotamyayê didin divê zanibin van şert û mercan qebûl kirine. Nabe ku kesên serî li mihrîcanê didin agahiyekî şaş bidin
Komîteya amadekariyê dikare rêzik û rêgezan li gorî xwe sererast bike.